Rêya Kerkûk – Hewlêrê di bin fişara xwepêşanderên Kurd de hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî xwepêşandana welatiyên Kurd ên li Kerkûkê ji bo vekirina rêya sereke ya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de, kesên ku ji bo girtina rê kon vedabûn, cihê xwe vala kirin û rê di bin zextên xwepêşanderên Kurd ên li Kerkûkê de hate vekirin.
Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji roja 28.08.2023an ve rêya Kerkûk-Hewlêrê girtine, welatiyên Kurd ên Kerkûkê duhî Şemiyê 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan didin û daxwaza vekirina rê kirin.
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, kesên ku rêya Kerkûk - Hewlêrê girtine, çadirên xwe rakirin û cihên xwe vala kirin û bi vî awayî jî rêya Kerkûk – Hewlêrê hat vekirin.
Li gor jêderekî Polîsa Kerkûkê, di wê xwepêşandana Kurdên Kerkûkê de, 3 kes şehîd bûn û 12 kes jî birîndar bûn û bi dehan kes jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, di xwepêşandana Kerkûkê de Hawkar Ebdullah, Heval Star û Semed Mihemed bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatin şehîdkirin û hejmarek ji birîndaran jî rewşa wan giran e û di bin çavdêriya bijîşkî de ne.
Piştî peyamên Serok Barzanî, Serokê Herêmê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî şeva borî biryar da ku komîteyek ji bo lêkolînkirina sedemên şehîdbûn û birîndarbûna welatiyên Kerkûkê bê avakirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser wê yekê kiriye ku lêpirsîn bi hemû kesên di rûdanên îro yên Kerkûkê de xemsar bûne bê kirin û radestî dadgehê bên kirin, ji bo sizayên xwe yên dadwerane werbigirin.