Yekem Mîhrîcana Kolana Hunerê li Diyarbekirê dê were lidarxistin

Diyarbekir (K24) – Li Kuçeya navdar a Diyarbekirê Kuçeya Hunerê dê ji aliyê Komeleya Kuçeya Hunerê ve Mîhrîcana Çand û Hunerê were li darxistin. Mîhrîcan dê 5ê Cotmehê dest pê bike û di 8ê Cotmehê de bidawî bibe. Di mîhrîcanê de muzîkjenên wek Raperîn û Koma Hîvron jî derkevin ser dikê.

Ji aliyê Komeleya Kuçeya Hunerê ya Diyarbekirê ve bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin, ji bo Kuçeya Hunerê vegere ser nasnameya xwe ya resen û rojên berê dê 1. Mîhrîcana Kuçeya Hunerê were li darxistin.

Serokê Komeleya Kuçeya Hunerê Umît Umdu da zanîn, mîhrîcan dê di navbera 5-8ê Cotmehê de bi çalakiyên wek konsert, pêşangehên wêneyan, govend, sehrbazî were li dar xistin û nava muzîkjenên beşdar de Hîvron û Raperîn jî hene.

Serokê Komeleya Kuçeya Hunerê Umît Umdu bal kêşand ku ew dixwazin têgihiştina şaş a derbarê Kolana Hunerê de bidin guherîn ku navê Kolana Hunerê bi mijarên wek maddeyên hişbir û fuhuşê newe rojevê, bi mijarên çandî û hunerî were rojevê ku destpêkê jî Kolana Hunerê bi mebesta çalakiyên çandî û hunerî hatibû dirustkirin.