Mesrûr Barzanî: Ez geşbîn im ku emê bi encameke baş bo xelkê Herêma Kurdistanê vegerin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekeziyê li ser wê yekê dike, ew geşbîn in ku bi encameke baş bo xelkê Herêma Kurdistanê vegerin, herwiha diyar dike ku bêguman berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê diparêzin.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekeziyê li ser wê yekê dike, ew geşbîn in ku bi encameke baş bo xelkê Herêma Kurdistanê vegerin, herwiha diyar dike ku bêguman berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê diparêzin.
Îro Pêncşemê 14ê Îlona 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexayê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, roja yekşema bê, 17ê Îlona 2023an, civîna Encûmena Wezîran a Iraqê dê were encamdan û piraniya wan mijarên ku îro di civînan de ligel aliyên siyasî yên Iraqê gotûbêj kirin, di wê civînê de biryara dawî li ser wan dê were dayîn.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî geşbîniya xwe jî li hember encamên wan civînan nîşan da û tekezî li ser wê yekê kir ku serdana Bexdayê kirine, da ku berevaniyê li hemû mafên xelkê Herêma Kurdistanê li gor destûrê bikin û hemû heq û maên Herêma Kurdistanê desteber bikin.
Mesrûr Barzanî di beşeke din a daxuyaniyê de ragihand, li ser rêkarên desteberkirina mafên Herêma Kurdistanê gotûbêj hatiye kirin, da ku ligel Serokwezîrê Iraqê piştevanî û alîkariya aliyên siyasî dabîn bikin, da ku bikarin bi encameke baş bo xelkê Herêma Kurdistanê vegerin. Herwiha tekez kir ku araste erênî ne û geşbîn in ji bo çareserkirina heqên Herêma Kurdistanê.
Îro 14ê Îlona 2023an şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endametiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê, gihîşt Bexdayê.
Piştî gihiştina bo Bexdayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê serdana ya bo Bexdayê de, li hejmara xwe ya tora civakî X (Twitter) nivîsî: “Ez îro li Bexdayê me ji bo ku bi Serokwezîr û serkirdeyên din ên Iraqê re, ji bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan, gotûbêjan bikim.”