Firokeyên şer ên Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji kampa Mexmûrê ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 19.00 firokeyên şer ên Tirkiyeyê ew kamp bombebaran kirin.
Jêderekî ji kampê ji K24ê re ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyê deverên nêzîkî şaredariya kampê kirine armanc, lê heta niha ziyanên wê ne diyar in.
Ji aliyê xwe ve, Qaymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed ji K24ê re tekez kir, îro danê êvarê teqîn li piştî şaredariya kampê hat bombebarankirin, lê ziyanên wê ne diyar in ji ber ku kamp girtî ye.
Kampa Mexmûrê ku ji aliyê PKK'ê ve weke “Kampa Şehîd Rostem Cûdî” tê binavkirin, nêzî 20 hezar kes di nava wan de dimînin ku alîgir û xizmên gerîlayên PKK'ê ne. Di dema borî de jî gelek caran kamp ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatibû bombebarankirin û di encamê de ziyanên canî derketibûn.
Piştî êrîşa PKKê ya 1ê Cotmehê li ser Rêveberiya Ewlehiyê ya li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li Enqereyê, artêşa Tirkiyê navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dike.