Israîl hêzê dişîne sinorê Libnanê û Sûriyeyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Belavbûna vîdyoyekê diyar dike, Israîl erebe û çekên giran vediguhêze ser sinorên Libnanê û Sûriyeyê.
Li dû nûçeyên medyaya Israîlê, tank û erebeyên serbazî û zirîpoşên supayê Israîlê ber bi sinorê Libnanê ve hatine livandin, bi merema bihêzkirina bergiriyê.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Israîlê ragehand, îro roja Yekşemê, ji aliyê başûrê Libnanê ve teqe li ciyekî serbazî yê Israîlê hatiye kirin, di eynî demê de supayê Israîlê jî ew cî ku teqe li wan kiribû kiriye armanc û bersiva wî cî daye.
Livînên supayê Israîlê ber bi bakurî ve rojekê piştî destpêkirina operasiyona “Tofana Eqsayê” ya Hemasê bûne. Hemasê di wê operasiyonê de pênc hezar moşek havêtin û çekdar şandin nav Israîlê û di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û birîndar bûn.