Îro 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Silêmaniyê tê vekirin
Navenda Nûçeyuan (K24) – Îro 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Silêmaniyê ya pîşesazî, bazirganî, weberhênanê û hejmareke warên din, bi serperiştiya çend dezgehekên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û bi pişkdariya kompaniyên navxwe û yên biyanî tê vekirin û dê çend rojekan berdewam be.
Rêveberê firotinê li Pêşangeha Navdewletî ya Silêmaniyê, Wirya Feysel, ji K24ê re ragehand, ev pêşangeh dê ji îro heta pênc rojên din berdewam be û dê rojane ji seet 11:00ê berî nîvro heta seet 6:00ê êvarê vekirî be.
Wî amaje da wê yekê jî ku kompaniyên biyanî dê ji 13 welatan tevlî vê pêşangehê bibin.
Herwesa Wirya Feysel got: Ji bo cara yekê hinek kompaniyên avakirinê ji Îmaratê hatine Herêma Kurdistanê ji bo ku tevlî vê pêşangehê bibin. Herwesa hejmareke kompaniyên Misirî, Tirkî û Îranî dê tevlî vê pêşangehê bibin.
Dezgeha medyayî ya Kurdistan24ê jî dê wekî sponsera medyayî tevlî vê pêşangehê bibe.