Agrîn Ebdullah: Di Kabîneya Nehem de 13 milyon û 500 hezar metre çargoşe rê hatine qîrkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Wezîrê Avakirin û Niştecihbûnê Agirîn Ebdullah dibêje, pêştir qîra kevin dihat avêtin, lê niha dubare tê bikaranîn. Got jî: Di heyama çar salan de, 65 pirojeyên rêyan hatine cîbicîkirin.

Agirîn Ebdullah ji K24ê re got, projeyên rêyan li ser sê prensîpên sereke têne cibicîkirin, ew jî prensîpên teknîkî yên endezyariyê, ewlehî û parastina jîngehê ne. Kargeha îro ji aliyê Serokwezîr ve hatiye vekirin jî, beşek ji projeya jîngehparêziyê ye ku li ser asta navdewletî prensîpeke pir girîng e.

Da zanîn, ev teknolojiya ku nû hatiye zêdekirin, teknolojiya bikaranîna qîrê ye, ku qîra kevin ligel madeyên nû tê têkelkirin û ji nû ve rê tê qîrkirin. Li piraniya welatên pêşketî tê bikaranîn, lê li Herêma Kurdistanê û Iraqê cara yekem e.

Agrîn Ebdullah got jî, dubare bikaranîna qîrê, kalîteya wê danakeve, ji %20 heta 30% ê berhema kevin bi ya nû re tê tevlihevkirin û bi heman kalîteyê dikare qîr were çêkirin, ev qîr herî zêde ji bo rêyên duyemîn tê bikaranîn.

"Ew ji hêla aborî ve sûdmend e ji ber ku ew lêçûnên asfaltkirinê herî kêm ji sedî 15 kêm dike," wî got. Serokatiya Civata Wezîran û Wezareta Avakirinê hizra vekirina kargehên bi vî rengî li piraniya bajar û bajarokên din ên Kurdistanê dikin.

Agrin Ebdullah got ku di çar salên borî de, 65 projeyên rê li ser sê cureyên bûdceyê hatine cîbicîkirin. Ya yekem, bûdceya veberhênanê ye ku bi 883 milyar dînarên Iraqî, 1295 kîlometir rê ketine xizmeta welatiyan.

Ya duyem jî, li ser bûdceya asayî ye, ku çend projeyên biçûk û navîn bi bihayê 14 milyar û 420 milyon dînar hatine cîbicîkirin. Ya sêyem jî li ser bûdceya %30 ji dahata westgehên terazûyê ye, me bi 12 milyar û 120 milyon dînar, 204 rêyên gundan qîr kirine

Da zanîn jî, Li Herêma Kurdistanê di nava van çar salan de nêzî 13 milyon û 500 hezar metre çargoşe, rê hatine qîrkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Cotmehê, kargeheke dubare bikaranîna qîra kevin li Hewlêrê vekir, ku li gorî pîver û standartên pêşketî û serdemyane û jînegehparêz hatiye dirustkirin