Elî Allaq: Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgirî da me ku bi hev re derbasî aboriya dîjîtal bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Parêzgarê Banka Navendî Elî Allaq Îro 21ê Cotmehê konferansa salane ya Banka Iraqî li Herêma Kurdistana tê kirin.

Parêzgarê Banka Navendî Elî Allaq got, ev konfarans beşek e ji hewlên berdewam ji bo yekkirina rola bankê ji bo bidestxistina sîstemeke darayî ya biîstiqrar e.

Got jî: “Ligel pêşkeftinên di darayîya elektronîkî de, çendîn metirsî jî hene ku rûbirûyê vê babatê dibin, ev yek jî dihêle ku pêşîne ji nû ve werin saz kirin, da ku li gorî van pêşkeftinan bin.”

Diyar kir jî, yek ji pêşîneyên banka navendî ew e, bala xwe bide ser tiştên ku di konferansan de têne gotûbêj kirin, ew jî çespandina binemayên şûştina diravî ye, ku yasayê wê di 2015an de hatiye derxistin. Ev binema ewlehiya sîstema darayî û Iraqê ji metirsiyan diparêze.

Allaq behsa rêkxistina proseya bazirganiyê li Iraqê kir û tekez kir, banka navendî rojane projeyên veguhastina derveyî bi hûrgilî cîbicî dike.

Herwiha got: “Hevhengiya me bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re heye. Dema ku em berî du rojan civiyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgirî da me ku em bi hev re derbasî aboriya dîjîtal bibin.”

Fly Erbil Advertisment