Sibe PDK û Goran li Pîrmamê dicivin

Logoyên PDKyê û Bizava Goranê
Logoyên PDKyê û Bizava Goranê

Silêmanî (K24) – Biryar e sibe şandeke bilind a Bizava Goranê serdana PDKyê li Pîrmamê bike û li ser çend pirsên giring li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê bicivin.

Îro roja Duşemê, 23ê Cotmeha 2023ê, berpirsekê bilind ê Bizava Goranê ji K24ê re ragehand, sibe seet 11ê berî nîvro, şandeke wan a bilind dê serdana PDKyê bike.

Wî berpirsê Goranê amaje da wê yekê ku herdu alî dê li ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên navbera Goranê û PDKyê û zêdetir hevahengîkirinê li ser astê Hikûmeta Herêma Kurdistanê danûstandinan bikin.

Herwesa wî tekez li ser wê yekê jî kir ku sibe Goran û PDK dê li Pîrmamê danûstandinan li ser peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsên bodce û mûçe û qanûna neft û xazê û hilbijartinan  bikin.

Kurdistan24ê zanî ku ew şanda Bizava Goranê dê bi serokatiya Omerê Seyîd Elî be û Şanda Bilind a PDKyê jî dê bi serokatiya Fazil Mîranî pêşwaziya wê bike.

Fly Erbil Advertisment