Îsraîl nûnerên xwe yên dîplomatîk ji Tirkiyeyê vedigerîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îsraîlê ferman da dîplomatên welatê xwe ji Tirkiyeyê vegerin, bi armanca “dubare nirxandina pêwendiyên” di navbera her du welatan de.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Elî Cohen li ser platforma “X” ragihand, “Ji ber daxuyaniyên metrisîdar ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên dayîn, min ferman da nûnerên dîplomatîk vegerin, da ku pêwendiyên Îsraîl û Tirkiyeyê ji nû ve binirxînin.”
Çavkaniyên dîplomatîk ên Tirkiyê roja Şemiyê ji Ajansa “Anadolu” re ragihandin, dîplomatên Îsraîlê ji 19ê Cotmehê ve, ji Tirkiyeyê derketine û vegeriyane Îsraîlê.
Diyar kir jî, dîplomatên Îsraîlî yên li Balyozxaneya Tel Avîvê ya li Enqereyê, di nav wan de Balyoz Irit Lillian jî heye, roja 19ê Cotmehê ji ber sedemên “ewlehiyê” ji Tirkiyeyê derketine.
Ev gava Îsraîlê piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ya duhî tê, ku tê de rexne li Îsraîlê girtibû ji ber şerê wê yê li ser Xezzeyê.
Erdogan gotibû, welatê wî amadekariyan dike ji bo Îsraîlê li pêşberî cîhanê wek tawankarê şer ragihîne û tekez kir ku bêyî piştevaniya ji welatên rojavayî, Îsraîl dê sê rojan li ber xwe nede.