PDK û YNK li ser asteke bilind dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – PDK û YNK roja Sêşema bê li Hewlêrê dicivin û Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Bafel Talebanî û Qubad Talebanî beşdarî civînê dibin.
Jîderekî ji K24ê re ragihand, polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê roja Sêşemê 7ê Mijdarê bicivin.
Li gorî wî jêderî, cîgirên Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî dê serokatiya şanda PDKê bikin û Serokê YNKê Bafil Talebanî jî serokatiya şanda YNKê dike.
Civîna dawî ya YNK û PDKê, roja 30ê Tîrmeha 2023an li Silêmaniyê hatibû kirin. Di vê civînê de jî behsa hilbijartinên bî yên Parlamentoya Kurdistanê, rewşa niha ya navçeyê û pêwendiyên dualî tê kirin.