Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê navenda dermankirina penceşêrê ya bi tîşkê li Dihokê datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro kevirê bingehîn ê navenda dermankirina penceşêrê ya bi tîşkê li Dihokê datîne.

Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê roja Duşemê 6ê Mijdarê, kevirê bingehîn ê navenda dermankirina penceşêrê ya bi tîşkê Radyoterapiya LINAC li Duhokê deyne.