Bi amadebûna Mesrûr Barzanî merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 28emîn merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin.

Zanîngeha Dihokê di 31ê Mijdara 1992an de hat damezrandin; ew ji 20 kolêj û 69 beşên cuda yên zanistî pêk tê. Di heyama 31 salên borî de, 54 hezar û 445 xwendekar ji zanîngehê derçûne. Di sala xwendinê ya 2022-2023an de jî, 4 hezar û 507 xwendekar derçûn.

 

Fly Erbil Advertisment