Rêveberê Balafirxaneya Hewlêrê: Geştkirin li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê asayî bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku serê sibeha îro geştên Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê ji bo demekê hatin rawestandin, Rêveberê wê ragehand ku geştkirin li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê dîsa asayî bûne.

Rêveberê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji K24ê re ragehand: Piştî êrîşa serê sibeha îro, geştên balafirxaneyê ji bo demekê hatin rawestandin, lê niha geştkirin li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê dîsa asayî bûne.

Li gor zanyarên peyamnêrê K24ê, serê sibeha îro roja Sêşemê, 7ê Mijdara 2023ê, çend moşek arasteyî Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hatin kirin û her li asmanî hatin peqandin.

Fly Erbil Advertisment