Hezar û 200 çante li ser xwendekarên kempa Herşemê hatin parvekirin

Hezar û 200 çante li ser xwendekarên kempa Herşemê hatin parvekirin / Wêne: Azer Farûq - Kurdistan24
Hezar û 200 çante li ser xwendekarên kempa Herşemê hatin parvekirin / Wêne: Azer Farûq - Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya pirojeya “Pandayên Pakij” de, hezar û 200 çante li ser xwendekarên kempa Herşemê li sinorê parêzgeha Hewlêrê hatin parvekirin. Parêzgerê Hewlêrê tekezê dike: Hindî aware li Herêma Kurdistanê mabin, em dê xizmeta wan bikin.

Sibeha îro roja Sêşemê, 7ê Mijdara 2023ê, bi amadebûna Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê Lio Gion û Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed, pirojeyê “Pandayên Pakij” di merasîmekê de li kempa Herşemê hat ragehandin.

Di wê merasîmê de hezar û 200 çante û hejmareke kelûpelên xwandinê pêşkêşî xwendekarên xwecihên wê kempê hatin kirin. Parêzgerê Hewlêrê di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku merem ji pêşkêşkirina wan arîkariyan “pêşxistina xwandinê li nav kempên Herêma Kurdistanê ye”.

Parêzgerê Dihokê herwesa got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çi rengan li gel vegerandina bizorî ya awareyan ji bo cih û warên wan nîne. Zêdebarî rewşa me ya giran, hindî aware li Kurdistanê bimînin, em dê berdewam xizmeta wan bikin.

Herwesa got: Em hêvîdar in awareyên xwecihên kempên Herêma Kurdistanê bi serbilindî vegerin ser cih û warên xwe û ew girift û astengên ku bûne sedema awarebûna wan bên çareserkirin.

Herwesa Xoşnaw spasiya Neteweyên Yekgirtî û hemî şandiyên diplomasî li Herêma Kurdistanê kir ku arîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.

Herwesa wî got: Ji ber wê biryara ku Hikûmeta Îraqê daye, piştevanî û piştgiriya kempan kêm bûye, lewma em daxwazê ji Neteweyên Yekgirtî dikin ku arîkariya me bike ji bo ku astê xizmetkariyên kempan kêm nebe.

Herwesa ron kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser astê kempan xizmeteke zêde dike. Herwesa tekez kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî niha nasnameya mirovî li Herêma Kurdistanê û li hemî cîhanê nîşan dide.