Li Tirkiyeyê êdî ji bilî Tirkî bi zimanên din jî dê tezên masterê bên nivîsîn
Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyeyê zimanê Kurdî careke din di rojevê de ye ku vê carê bi gaveke erênî zimanê Kurdî derdikeve pêş ku dê li Zankoyên Tirkiyeyê ji bilî zimanê Tirkî bi zimanên din jî tezên masterê werin nivîsîn û ev yek rê li ber tezên Kurdî jî vedike.
Saziya Xwendinê ya Bilind ya Tirkiyeyê biryarek ragihand ku dê li Zankoyên Tirkiyeyê ji bilî zimanê Tirkî bi zimanên din jî tezên masterê werin nivîsîn. Li ser vê yekê jî ji aliyê zimanê Kurdî ve mijar di rojevê de cih girt û ji ber ku dê rê li ber zêdetir xebatên akademîk yên bi zimanê Kurdî vebike ev biryar bi erênî hat pêşwazîkirin. Rêxistinên zimanê kurdî jî piştrgiriya biryarê dikin û hêvî dikin ku ev yek bibe wesîle li Tirkiyeyê zimanê kurdî bibe xwedî statu jî.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “Biryarek baş e ku dê bi zimanê kurdî xebatên zanistî werin kirin. Lê em dixwazin zimanê Kurdî di hemu qadên jiyanê de bi awayeke azad were bikaranîn.”
Di biryara Saziya Xwendinê ya Bilind de tê gotin divê qasî %25ê tezê bi zimanê tirkî kurteya teze were nivîsîn û wekî din bi zimanek ji bilî Tirkî tez dikare were nivîsîn. Xwendekarên Kurd ên di zankoyan de dixwînin jî dibêjin ew keyfxweş in ku biryarek wisa hatiye dayîn ku ev yek dê qada bikaranîna zimanê kurdî berfirehtir bike.
Xwendekarê Zankoya Dîcle Ûsiv Mêrdînî dibêje: “Biryarek baş e lê ne bes e, em dixwazin di asta lîsansê de jî zimanê Kurdî were bikaranîn. Wek mînak em dixwazin di lêkolînên xwe de di spartekên xwe de jî zimanê Kurdî bi kar bînin.”
Siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û xwendekarên Kurd bi erênî pêşwaziya biryarê dikin û bang li civaka Kurd dikin ku di pêvajoya bangeşiya hilbijartinên şaredariyê de çiqasî Kurdî were bikaranîn dê ewqasî destkeftinên nu yên zimanê Kurdî werin bidesxistin