Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Qeterê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê kir û herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 12ê Mijdara 2023an li Hewlêrê pêşwazî li yekem Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê Hisên Elî Salih El-Fezale kir, ku piştî vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê, dest bi kar kiriye.
Di hevdîtinekê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li El-Fezale kir û hevkarî û piştevaniya aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê bo wî ji bo serxistina erkê wî nîşan da û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir berfirehkirina peywendiyên bi Qeterê re dubare kir.
Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Qeterê silavên Mîrê Qeterê gihandin Serokê Herêma Kurdistanê û kêfxweşiya xwe ji bo vekirina konsulxaneya welatê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da. Herwiha tekez kir ku ew ê hemû hewlên xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî da bide.
Pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din yên cihê giringiya hevpar, mijarên din ên gotûbêjên hevdîtinê bûn.