Parêzgarê Dihokê kevirê bingehîn ê hejmarek projeyan li Şêxanê danî

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê 6 proje li Şêxan û derdora wê vekirin û kevirê bingehîn ê 6 projeyên din jî danî û got: “Emê di demek nêzîk de çend projeyên din jî ragihînin.”
Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro 14ê Mijdarê serdana navçeya Şêxan kir, 6 proje vekirin û kevirê bingehîn ji bo 6 projeyên din ên xizmetguzariyê li bajêr û derdora wê bi bihayê 8 milyar û 400 milyon dînar danî.
Elî Teter di konferanseke rojnamevaniyê de diyar kir, di nava wan projeyên ku vekirine de, dibistan, rêyên gundan û projeyên av û elektrîkê hene.
Got jî: “Piraniya pirojeyên ku me îro kevirê bingehîn ji bo wan daniye, berê kar li ser hatine kirin, qonaxeke baş derbas kirine û dê di demeke nêzîk de bikevin xizmeta welatiyan.”
Herwiha got: “Li ser daxwaza xelkê navçeya Şêxanê me soz daye ku di demeke nêzîk de çend projeyên din ên xizmetguzariyê li navenda navçeyê û derdora wê ragihînin.
Got jî: “Li ser rasperdeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku giringiyê dide gund û deverên hejaran, me jî zêdetir giringî daye li ser xizmetkirina gund û deverên ku dûrî destan in.