Encûmena Wezîran tekez dike Hikûmeta Herêmê ji bo destpêkirina hinarderkirina petrolê amade ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 15ê Mijdarê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di beşa yekem a civînê de, encamên gotûbêjên hevbeş ên navbera Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Federal û şanda Herêma Kurdistanê ya di rojên 12-13 Mijdarê de li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, ji aliyê Serokwezîr û wezîrên pêwendîdar ve hatin pêşkêşkirin.

Destpêkê Serokwezîr Mesrûr Barzanî kurteyek derbarê gotûbêjên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda Hikûmeta Federal a bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr ji bo Karûbarên Enerjiyê û Wezîrê Petrola Federal ku çend rojan li Hewlêrê bûn, pêşkêş kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye di çarçoveya destûr û rêzgirtina li desthilat û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de dest bi hinardekirina petrolê bike. Em hêvî dikin ku rayedarên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal jî lezê bidin temamkirina amadekariyên destpêkirina vê proseyê.

Encûmena Wezîran ji bilî pêşwazî û piştevanîkirina li birêveçûna erênî ya danûstandinên derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de, ku ev prose di berjewendiya hemû aliyan de ye û rawestandina hinardekirina petrolê bûye sedema ziyaneke bi çendîn milyar dolaran bo xezîneya giştî, di heman demê de Encûmena Wezîran tekezî li ser parastina maf û şayesteyên Herêma Kurdistanê kir û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê raspard ku di çarçoveya destûrê de, li ser hewl û danûstandinên xwe berdewam bin.

Piştre, di beşa duyem de, pêşniyarên çend wezaretan derbarê rêkxistina dahatên wan ên navxwe hat pêşkêşkirin, ku rêjeyek ji dahatên wan bo cîbicîkirina proje û xizmetguzariyên wezaretên wan tê bikaranîn.

Encûmena Wezîran tekezî li ser geşepêdan û rêkxistina sîstema darayî û jimêryarî li Herêmê kir, da ku proseyên xerckirinê baştir bi rê ve bibin û dûr ji burokrasî û rûtînê. Herwiha girîngiya giringîpêdana bi dîjîtalîzekirina muamele û xizmetguzariyan bi arasteya pêşkêşkirina hêsankiriyan û û îmkana saziyan ji bo pêkanîna erk û xizmetguzariyên xwe, ev jî bi sûdwergirtina ji rêjeya dahatê ku ji wezaretên wan re vedigere, di çarçoveya pergalek darayî û jimêryarî ya pêşkeftî de. Her ji bo vê yekê jî wezaret hatin erkdarkirin ku bi Wezareta Darayî û Aborî re hevkariyê bikin.

Her wiha Encûmena Wezîran Borda Bilind a Darayî ya Giştî raspard ku rêkarên pêwîst bi biryara hejmar 219 ya Encûmena Wezîran werbigire û çavdêriya mehane ya dahat û xerciyan jî bê derengî ji Wezareta Darayî û Aborî re were şandin, ta ku Hikûmeta Federal jê agahdar be, ji bo mehane mafên darayî yên Herêma Kurdistanê xerc bike.

Di dawiyê de jî mijara daxwazên wan karmendên ku bêyî destûra xwendinê bawername wergirtine û heta niha nehatiye sererastkirin, ji aliyê Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Aram Mihemed Qadir, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab û wezîrên pêwendîdar ve, hat pêşkêşkirin.

Encûmena Wezîran ji bilî tekezkirina li siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo handana karmendan bo wergirtina bawernameyên bilind û bilindkirina karînên xwe yên pîşeyî û akademî ya karmendên sektora giştî li gor plana ku ji aliyê wezaretan ve hatiye pesendkirin, biryar da jî ku komîteyek taybet li Serokatiya Encûmena Wezîran û wezaretên pêwendîdar were avakirin, ji bo senifandin û nirxandina doseyên bawernameyên ku bêyî destûra xwendinê hatine wergirtin, ji aliyê zanistî, îdarî, darayî û yasayî ve bên nirxandin û piştre encamên nirxandinê ji civîna bê ya Encûmena Wezîran re bên şandin, ta ku biryara dawî li ser were dayîn.