Wezareta Darayî: Di projeya Hejmara Min de 150 hezar karmend û mûçexur hatine tomarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Darayî û Aborî ragihand, 150 hezar karmend û mûçexurên Herêma Kurdistanê di projeya “Hejmara Min” de hatine tomarkirin.
Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê îro daxuyaniyek belav kir, ji destpêka meha Îlonê ve 150 hezar karmend û mûçexurên Herêma Kurdistanê di projeya Hejmara Min de hatine tomarkirin û dibin xwedî hesabên xwe yên bankî.
Wezareta Darayî da zanîn, karmend û mûçexwar li ser daxwaza xwe niha dikarin bi rêya pênc bankan hesabên bankê, li yek ji bankê vekin û di demeke nêzîk de dê mûçeyên xwe bi rêya hesabên xwe werbigirin.
“Hejmara Min” pirojeyek e ku fermanberên kertê giştî, xanenişînan û hêzên ewlehiyê dikarin bi rengekê parastî û şefaf, bi rêya torekê bi amûrê eliktironî yê vekêşana diravî “ATM”ê, meaşên xwe werbigirin, ku zêdetirî hezar bingehan li tevaya Herêma Kurdistanê dê bên danan.
Hejmara Min pêşengiya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo pêşvebirina kertê bankî û dîjîtalkirina peredanê ji bo zêdetirî yek milyon fermanber, karmendên hêzên ewlehiyê û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ev jî piştbestina bi karûbarên kaş kêm dike, aktîviya hikûmetê û şefafiyetê jî zêdetir dike.
Bi rêya pêşengiya “Hejmara Min”, fermanberên kertê giştî, hêzên ewlehiyê û xanenişînan dikarin bi rengekî parastî û şefaf û guncayî bi rêya torekê ji amûrê vekêşana pereyî (ATM) meaşên xwe werbigirin, ku zêdetirî hezar bingehan dê li tevaya Herêma Kurdistanê bên danan.
Herwiha ev piroje hêsankariyan dike ku tevaya pişkdarên wê bikarin xizmetkariyên bankî yên pêşkeftî bi dest bixin, wekî qerzan, paşkeftkirinê û peredana dîjîtal.