Dîndar Zêbarî: Me zêdetirî 200 DAIŞiyan li dû qanûna terorê dadgeh kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî ragehand, “Me bi aliyên peywendîdar re li ser mijara mafên medenî û siyasî danûstandin kirine. Herwesa me zêdetirî 200 DAIŞiyan li dû qanûna terorê dadgeh kirine û ew pirose berdewam e jî”.

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî Dîndar Zêbarî di konfiransekî rojnamevanî de ragehand, “Me bi aliyên peywendîdar re li ser mijara mafên medenî û siyasî danûstandin kirine, ku ew jî sê tewerên serekî ne; dadgehkirin, serbixweyiya dadgehan û dadgehkirina dadperwerane”.

Herwesa got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî van hersê teweran e ji ber ku gelek giring in û dikarin ji aliyê hukmdariyeke  baş ve li Herêma Kurdistanê roleke çalak bibînin. Em mijara desthilata dadwerî wekî mijareke giring dibînin.

Zêbarî got: Tiştê ku ez dixwazim li ser biaxivim ew rasparde ne yên ku li ser dadweriyê hatine. Herwesa behsa serbixweyiya desthilata dadweriyê jî tê kirin, em wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser astê navdewletî rêxweşker in ku zêdetir kors û rahênan û piştevaniyan werbigirin, çi hunerî, çi bisporî an jî qanûnî bin.

Zêbarî di derheqa nijarperestiyê de jî ragehand, “Me li Kurdistanê xelkekê zêde ji pêkhatên cuda cuda heye, giring e ku pêkhateya dadwerî vê yekê li ber çav werbigire, giring e jî ew pêkhat li Herêma Kurdistanê tevlî dadweriyê an daxwazkariya giştî bibe.

Zêbarî li dawiyê got: Dadgehkirina DAIŞê bi qanûna terorê berdewam e, tenê li salên 2021 û 2022ê me zêdetirî 200 DAIŞan dadgeh kirine û ew pirose berdewam e jî. Herwesa got: Li ser meseleya madeyên hişber, mixabin ew kesên hatine sizadan an hatine girtin, piraniya wan ew made bi kar anîne.