Elî Teter: Duhok bûye navenda kombûna berpirsên cîhanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê radigihîne: “Duhok her sal dibe navenda kombûna siyasetmedar û berpirsên cîhanê û korbenda îsal ya MEPSê di demeke gelek hestiyar de tê lidarxistin.”

Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter di dema beşdarbûna di 4. Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS 2023) de li Zanîngeha Amerîkî-Duhokê ji K24ê re ragihand: “Her sal Duhok dibe navendek ji bo siyasetmedar û berpirsên cîhanê.”

Got jî: “Korbenda MEPS 2023an, di rewşeke gelekî hestiyar de tê lidarxistin, bi taybetî ku Rojhilata Navîn bi krîz û şerekî nû re rûbirû ye.”

Da zanîn jî, di panelan de bandora şerê Xezzeyê li ser Rojhilata Navîn û cîhanê tê gotûbêjkirin. Şerê Rûsya û Ukraynayê hatiyê piştguhkirin, niha bala hemû cîhanê li ser Rojhilata Navîn e.”

Diyar kir jî: “Korbend behsa wê tê kirin ka Iraq çawa dikare Iraqî bifikire û berjewendiyên xwe yên herî bilind li ber çavan bigire; piştre kar ji bo pêkanîna aştî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn bike.”

Çar emîn Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) li Dihokê îro bi amadebûna Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmareke mezin ji kesayetiyên siyasî, lêkolîner, akademîsyenên bi nav û deng ên Herêma Kurdistanê, Iraq, Rojhilata Navîn, Ewropa û bakurê Amerîkayê dest pê kir.

Konferansa MEPS24 ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê ve tê organîzekirin, tê de zêdetirî 300 serkirde, siyasetmedar, akademîsyen û pisporên aborî û ewlehiyê yên 80 welatan beşdar in û di çend panelan de, rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj dikin.