Diyarbekir: Di 10 mehan de 68 kesan di qezayên trafîkê de canê xwe jidest dane
Navenda Nûçeyan (K24) – Bilançoya qezayên trafîkê yên îsal li Diyarbekirê çêbûne, ji aliyê Gerînendehiya Giştî ya Ewlehiyê ve hat ragihandin.
Serokatiya Trafîkê ya Gerînendehiya Giştî ya Ewlehiyê ragihand, di 10 mehan de li Diyarbekirê bi giştî 68 kesan canê xwe jidest dane û 4 hezar û 940 kes jî birîndar bûne.
Di malpera fermî ya Serokatiya de hat ragihandin, ji meha Rêbendanê heta meha Cotmehê, li Diyarbekirê, 5423 qezayên trafîkê çêbûne, ji wan 2738 qeza bi ziyanên madî bûne.
Hat diyarkirin ku di encama van qezayan de, 68 kesan canê xwe jidest dane û 4940 kes jî birîndar bûne.