Karwan Celal: Dirêjkirina dema karê qanûnî yê Komisyona Hilbijartinan a Îraqê pêngaveke erênî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Duşemê, 22ê Mijdara 2023ê, Perlemana Îraqê di rûniştina xwe de deng da edilandina qanûna Komisyona Bilind a Hilbijartinan. Li dû wê edilandinê, dema karê qanûna Komisyona Bilind a Hilbijartinan ji bo şeş mehan hat dirêjkirin.
Birêveberê Giştî yê Data Senterê li Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Rapirsiya Herêma Kurdistanê Karwan Celal ji K24 re ragehand, “Me pêşbînî dikir Perlemana Îraqê wê pêngavê biavêje ji ber ku biryar e 24ê Şibata 2024ê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bên kirin û 18ê Berçileya 2023ê hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê bên kirin û wesa 7ê Çileya 2024ê ji bo komisyonê demeke kêm e ku bikare wan karan bi rê ve bibe”.
Herwesa got, “Hilbijartin mafê xelkî ye û di destûrî de amaje pê hatiye kirin, em dilxweş in ku Rêbwar Hadî di lijneya qanûnî ya Perlemana Îraqê de ji bo nûkirina dema civata komisyaran rol dît. Ew pêngaveke erênî ye.
Karwan Celal tekez kir, “Ew pêngavên Komisyona Îraqê avêtine karekî baş e lê piştrastî ji nekirina sextekariyê nîne. Zêdebarî wê yekê jî, rêkarên baş dane ber xwe ku rêyê li sextekariyê bigire”.
Biryar e 18ê Berçileya 2023ê hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê, ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê, bên kirin.