Parêzgariya Diyarbekirê mitînga jinan qedexe kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Diyarbekirê, mitînga jinan ya di Roja  Rûbirûbûna Tundiya Li Dijî Jinê ya Navdewletî de qedexe kir.

Îro 25ê Mijdarê Roja Rûbirûbûna Tundiya Li Dijî Jinê ya Navdewletî ye û biryar e di serî de li Diyarbekirê, li gelek bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê çalakî û xwenîşandan bi rê ve biçin.

Lê Parêzgeha Diyarbekirê qedexeyek ji bo sê demjimêran ragihand û mitînga jinan ya ku ji aliyê Tora Rûbirûbûna Tundiya Li Dijî Jinê ya Diyarbekirê ve tê amadekirin, qedexe kir.

Herwiha Parêzgeha Wanê jî her cure çalakî û xwenîşdan heta 28ê Mijdarê qedexe kirin.