Wezîrê Pêşmerge vegeriya ser erkê xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê; Wezîrê Pêşmerge vegeriya ser erkê xwe yê Wezareta Pêşmerge.
Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl piştî zêdetirî salekê ji dûrketinê, îro 27ê Mijdarê bi merasîmekê vegeriya ser erkê xwe li Wezareta Pêşmerge.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi Şoriş Îsmaîlî re bû, dema ku vegeriya Wezareta Pêşmerge.
Di merasima destbikarkirinê de jî, Supasalarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Lîwa Rukin Îsa Uzêr û hejmareke din ji berpirsên leşkerî yên wê wezaretê amade bûn.
Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl ku ji pişkê YNKê ye, ji nîvê meha Cotmeha sala borî ve ji ber pirsgirêkên navxweyî yên YNKê xwe dest ji kar berda. Wî bi fermî destjikarkêşana xwe pêşkêşî dezgehên pêwendîdar kiribû, lê nehatibû qebûlkirin.
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û berpirsên serbazî yên Amerîkayê çendîn caran daxwaz ji Şoriş Îsmaîl kiribûn ku vegere ser karê xwe, ji bo bilezkirina proseya yekxistina hêzên Pêşmerge.
Pêştir jî Wezîrê Pêşmerge gotibû ku hinek kes destêwerdanê di karê wî de dikin û astengiyan li pêşiya proseya çaksaziya di nav Wezareta Pêşmerge de derdixin.
Herwiha gotibû: “Ez dixwazim hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge bi temamî bibin yek û bikevin ser bi Wezareta Pêşmerge ve û êdî destê partiyan tê de nemînin.”