Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê dike û pê re danûstandin li ser dawî pêşhatên deverê û rewşa siyasî ya Îraqê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê dike.
Îro roja Pêncşemê, 30ê Mijdara 2023ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer kir.
Baregeha Barzanî parve kiriye, di wê hevdîtinê de dîtin û nerîn li ser dawî pêşhatên deverê û rewşa siyasî ya Îraqê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê li hev hatine guhertin.