Serokê Partiya Geşepêdanê ya Tirkmenî: Dadgeha Federalî ber bi arasteyeke siyasî ve diçe
Navenda Nêçeyan (K24) – Serokê Partiya Geşepêdanê ya Tirkmenî radigehîne, karê Dadgeha Federalî nîne kursiyên pêkhatan li ser çend bazineyên hilbijartinan li Herêma Kurdistanê parve bike. Herwesa dibêje, Dadgeha Federalî ber bi arasteyekî siyasî ve diçe.
Rûniştina îro roja Yekşemê, 3ê Berçileya 2023ê, ya Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê li ser skalayekê, ku li dijî pênc madeyên qanûnî yên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatiye tomarkirin, ji bo roja 27ê Berçileya 2023ê hat paşxsitin.
Ew skala li dijî pênc madeyên qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine tomarkirin ku girêdayî hejmara kursiyên Perlemanê, yekbazineyî û pirbazineyiyên hilbijaritnan û hejmarên kursiyên kotayan li Perlemana Kurdistanê ne û ji aliyê Serokê Firaksiyona YNKyê li Gera Pêncê ya Perlemana Kurdistanê Ziyad Cebar û Endamê Kiristiyanan li Civata Parêzgeha Silêmaniyê Amanc Necîb Şemon ve hatine tomarkirin.
Serokê Partiya Geşepêdanê ya Tirkmenî Mihemed Sededîn di wî warî de ji K24ê re ragehand, “Yek ji wan madeyên qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ku skala li ser hatiye tomarkirin madeya 36ê ye ku girêdayî 11 kursiyên pêkhatan e. Pirsyar ew e ka ev made ji çi alî ve berivajî destûra Îraqê ne û hema çi peywendî bi destûra Îraqê ve heye”.
Wekî ku Serokê Partiya Geşepêdanê ya Tirkmenî amaje daye, “Ew aliyên ku skala tomar kiriye meremên xwe yên siyasî hene, dixwazin dadgehê ji bo meremên xwe bi kar bînin û ji bo wan giring nîne qewareya Herêma Kurdistanê bi wan biryaran lawaz dibe an na”.
Mihemed Sededîn dibêje, “Yek ji armancên wan aliyên ku skala tomar kirine, “lêdana pêkhatan e ji ber ku pêkhatan rêyeke siytasî ya dursit hilbijartiye ku xizmeta qewareya Herêma Kurdistanê û berjewendiyên neteweyî yên Kurdistanê dike û nabin alîgirên çi aliyekî. Herwesa dixwazin kursiyên pêkhatan ji bo meremên xwe bi kar bînin”.
Serokê Partiya Geşepêdanê ya Tirkmenî tekez jî kir, “Karê Dadgeha Federalî nîne kursiyên pêkhatan li ser çend bazineyên hilbijartinan li Herêma Kurdistanê parve bike, belkî ew karê Perlemana Kurdistanê ye û li Perlemana Kurdistanê jî karê pêkhatan e. Divê pêkhat bi xwe daxwaz bikin, lê çi pêkhatan ev daxwaz nekiriye, belkî aliyekî siyasî daxwaz dike”.
Bi gotina Mihemed Sededîn, “Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê ber bi arasteyekî siyasî ve diçe û biryarên ecêb dide”. Herwesa dibêje, “Hindek pirs hene ku peywendî bi destûrî û Dadgeha Federalî ve nîne, ew dadgeh çend mehan danûstandinan li ser dike û bi rastî karê wê nîne û danûstandin jî ne lazim in”.
Li sala 1991ê hilbijartinên yekê yên Perlemana Kurdistanê hatin kirin. Li sala 2004ê qanûna hilbijartinan hat edilandin û madeya nehê ya qanûnê ku digot “Herêma Kurdistanê ji çend deveran pêk bê” hat rakirin û Herêma Kurdistanê hemî kir yek bazineya hilbijartinan.
Biryar e li roja 25ê Şibata 2024ê hilbijartinên gera şeşê ya Perlamana Kurdistanê li jêr serperiştiya rasterast a Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê bên kirin.