Kiçên Êzidî dixwazin tawanên DAIŞê wekî jenosîd bên nasandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Bizavên Hikûmeta Herêma Kiurdistanê ji bo rizgarkirina revandiyên Êzidî berdewam in, herwesa kiçên Êzidî dixwazin tawanên DAIŞê wekî jenosîd bên nasandin.
Xîtam Xanim ku kiçeka Êzidî ya rizgarkirî ye, dema dikeve bin destê çekdarên DAIŞê jiyê wê tenê 11 sal bû. Tevî ku ev şeş sal in rizgar bûye jî lê hêşta derûnê wê tijî azar e. Ji malbata wê ya 12 kesî jî, tenê 5 kes mane.
Xîtam tevlî konfiransekê bûye û ji K24ê re dibêje, “Heta niha çi daxwazeke me bi cih nehatiye”.
Herwesa dibêje, “Me hemiyan daxwazek heye, ew jî goristanên me yên bikom bên vekirin”.
Di derheqa vegera ji bo Şingalê de jî dibêje, “Ewlehî nîne û em ditirsin jenosîd dubare bibe. Hindî Şingal wesa be, em naxwazin vegerin”.
Heta niha jî behskirina karesatên komkujiyên Êzidiyan bidawî nehatiye. Bizavên Hikûmeta Herêma Kiurdistanê jî ji bo rizgarkirina revandiyên Êzidî berdewam in lê heta niha Hikûmeta Îraqê ji bo gelek daxwazên wan rêgir e.
Şêx Zêdo Baedrî jî dibêje, “Hikûmeta Bexdayê rêgiriyê dike ku xelkê me yê Şingalê vegere ser cih û warên xwe”.
Li gor dawî amarên Wezareta Rewşenbîrî û Lawan, 2646 kes di bin destê çekdarên DAIŞê de mane û heta niha nehatine rizgarkirin.
13 dewletan li perlemanên xwe itîraf bi jenosîdkirina Kurdên Êzidî kiriye. Tevî ku di qanûna hejmar 8 a sala 2021ê ya Îraqî de jî rêkarên qerebûkirina rizgarkiriyan hatine diyarkirin lê hêşta Êzidî li benda dadgeha navdewletî ne ku çîrok û trajediya wan bike cîhanî û bi vî rengî piçek azarên wan bên kêmkirin.