“Kurdistanê ji welatên din ên herêmê zêdetir, asankariyan ji veberhêneran re dike”
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê radigihîne, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hemû welatên din ên herêmê zêdetir, asankariyan ji veberhêneran re dike.
Konferansa salane ya Odeya Bazirganî ya Îraq-Brîtanya li Dubey îro 7ê Berçile bi navnîşanê “Iraq: Avakirina Pêşerojeke Berdewam” dest pê kir û dê heta sibe Înê berdewam bike.
Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî li konferansa di gotarekê de ragihand: “Veberhênan bi giştî bûye qonaxeke girîng di avakirina bingeh û saziyên aboriya Herêma Kurdistanê de.”
Got jî: “Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser bernameyeke berfereh kiriye, ku ji reforman, çareserkirina qeyranên siyasî û darayî, avakirina aboriyeke bihêz û cihêreng pêk tê.”
Diyar kir jî, “Desteya Veberhênanê gavên girîng ji bo peydakirina derfetên veberhênanê di kertên cihê de avêtin. Ew hêsankarî û piştgirîkirina veberhêneran, bi arasteya xurtkirina binesaziya aborî dikin.
Destnîşan kir jî: “Herêma Kurdistanê li gorî welatên din ên herêmê û Iraqê, zêdetir handan û hêsankariya veberhêneran dike. Şert û mercên guncav ên ji bo veberhênerên biyanî, aramiya siyasî, firehkulturî, demokrasî û ewlekarî peyda dike. Ev yek jî dike ku Herêma Kurdistanê ji Iraq û gelek welatên din ên herêmê balkêştir be.”
Got jî: “Niha derdora 200 kompanyayên Brîtanî di warên curbicur de li Herêma Kurdistanê kar dikin. Ev beşdariya çalak têkiliyên karsaziya bihêz ên ku me di van çend salên borî de ava kirine, nîşan dide.”
Tekez kir: “Me hewl li ser projeyên bingehîn ên jêrxana aborî zêde kirin, wek avakirina bendavan, xetên trênê, başkirina rêyên bajaran. Kurdistanê çend kargehên pîşesazî yên mezin û nûjen ava kirine.”
Serokê Desteya Veberhênanê tekez kir: “Axa Kurdistan bi pît e û keşûhewa wê ji bo projeyên mezin ên çandinî, ajaldarî û pîşesaziya xwarinê guncaw e. Erdnîgarî û topografiya herêmê derfetên gelekî baş ji bo avakirina projeyên geştiyariyê yên bêwêne peyda dike. Ligel wê jî Kurdistan şanaziyê bi xebata bihêz ya xort, pisporên xwe dike, ku amade ne li ser projeyên veberhênanê kar bikin.”