Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi hejmareke balyoz û konsul û şandiyên welatan re dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya hejmareke balyoz û konsul û şandî û diplomatên welatan li Îraqê û Herêma Kurdistanê dike.
Îro (Pêncşem, 7ê Berçileya 2023ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di şîvxwarineke taybet de bi helkefta cejnên bûnê û serê salê, pêşwaziya balyoz û konsulên giştî û şandî û diplomatên welatan li Îraqê û Herêma Kurdistanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî cejnên bûnê û serê salê li wan pîroz kirin û daxwaza saleke pirî xweşî û serkeftin ji wan re kir.
Herwesa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da şer û aloziyên Rojhilata Navîn û nîgeranî û xemgîniya xwe ji bo qurbaniyên sivîl diyar kir û tekez li ser çarekirina arêşeyan bi rêya danûstandinan û bi rengekî aştiyane kir.
Daxwaz jî kir ku arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li ser bingeha destûrî û rêzgirtinê li mafên xelkê Kurdistanê bên çarekirin.
Di pareke din a gotinên xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa qebxwaziyên guhertina seqayî û bandorên wê yên nerênî li ser jiyana xelkî kir û daxwaza pêşxistina hevahengiyê û arîkariya civaka navdewletî ji bo berhingarbûna gefên guhertina seqayî kir.