Li Semsûrê 4 kes di bûyereke trafîkê de canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê di encama bûyereke trafîkê de, 4 welatiyan canê xwe jidest dan û 6 welatî birîndar bûn.

Li bajarokê Kolîkê yê ser bi bajarê Semsûrê ve, 2 otomobîl ji pêşiyê ve lihev ketin û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Birîndar li nexweşxneyê tên dermankirin û kesên mirî jî li morga nexweşxaneyê hatin rakirin û di derheqê rûdanê de lêpirsîn hate destpêkirin.