Hilbijartin dê li Kerkûkê bê kirin û komîsyon jî amadekariyên xwe temam dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Dadgeha Bilind a Federalî giliyên daxwaza paşxistina hilbijartinên Encûmenên Parêzgeha Kerkûkê red kir, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bidawîbûna amadekariyên roja dengdanê ragihand û diyar kir, tenê dabeşkirina ji sedî 25 ji kertên dengdanê yên biyometrîk mane.
Berdevkê Ofîsa Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Kerkûkê Elî Ebbas ragihand, kertên dengdanê bi rêjeya ji sedî 75 hatine belavkirin. 192 hezar û 373 welatiyan zanyariyên xwe di tomara dengderan de nû kirine û ji wan 133 hezar û 657 kartên dengdanê li welatiyan hatine vegerandin, niha tenê 58 hezar û 716 kartên dengdana giştî mane.
Herwiha ji bo dengdana taybet jî, ji sedî 20 ji kartên dengdanê yên dengdana taybet mane û Berdevkê ofîsa Kerkûkê ya komîsyonê tekez kir, dê di çend rojên bê de li ser belavkirina kartên mayî berdewam bin. Herwiha daxwaz ji welatiyan kir ku serdana navendên komîsyonê bikin, da ku kartên xwe werbigirin, da ku beşdarî proseya dengdanê bibin.
Ev di demekê de ye, jêderekî ji Dadgeha Bilind a Federalî îro 12.12.2023an ji K24ê re ragihand, dadgehê du giliyên daxwaza paşxistina hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê red kir.
Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê sibeha îro li ser wan her du giliyan ku ji aliyê namzedekî Hevpeymaniya Qiyadeyê û namzedekî Bereya Tirkmenî ve hatibûn tomarkirin, civiyabû.
Wan her du namzedan daxwaz ji Dadgeha Federalî kiribû ku careka din hûrbînî di tomara dengderan de bê kirin û navên 257 hezar dengderên Kurd ji tomarên dengderan bên derxistin.
Beriya sala 2003’an 257 hezar Kurdên ku li Kerkûkê dijîn ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatibûn koçberkirin. Piştre di sala 2003 de, piştî rûxandina rejîma Beis, ew vegeriyan Kerkûkê û formên xwarinê bo wî bajarî veguhestibûn û mafê wan ê dengdanê heye. Niha Ereb û Tirkmen daxwaz dikin ku ew hemû ji dengdanê bên dûrxistin, ev yek jî ji aliyê Kurdan ve tê redkirin.
Ev 18 sal in ku hilbijartinên civatên parêzgehan li Kerkûkê nehatine kirin, niha jî çend aliyên Ereb û Bereyê Tirkmenî dixwazin careka dî hilbijartin bên paşxistin. Partiyên Kurdistanî jî wê bizavê wekî tirsa ji encamên hilbijartinan dibînin.
Dawî hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê li sala 2005ê hatine kirin. Biryar e li roja 18ê vê mehê û piştî 18 salan, careka dî hilbijartinên civata parêzgehê bên kirin.
Vê carê 870 hezar û 920 kesan li Kerkûkê mafê dengdanê heye, ji bo hilbijartina 15 endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê ji 248 namzedan û 10 hevpeymanî û pênc lîstên serbixwe yên partên siyasî û sê namzedên serbixwe.