Wêneya pênc rêber û kesayetên dîrokî yên Kurd li bircên Diyarbekirê hate daliqandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wêneya pênc rêber, serok û kesayetên dîrokî yên Kurd li bircên Diyarbekirê hate daliqandin.

Şeva borî pankartek ku tê de wêneyê pênc rêber û kesayetên dîrokî yên Kurd ên wekî Damezirîner û Serokomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed, Rêberê Serhildana 1925an Şêx Seîd Efendî, Rêberê Serhildana Dêrsimê Seyîd Riza, bîrmend û yek ji pêşengên serhildanên Koçgirî û Dêrsimê Doktor Nûrî Dêrsîmî, jina şoreşger Leyla Qasim û rewşenbîrê diyar ê Kurd Mûsa Anter hate daleqandin.

Di bin wêneya her pênc serok, rêber û kesyatên diyar ên Kurd de dirûşma “Ez Kurd im, Nemir im” hatibû nivîsin. 

Piştî daliqandina wêneya rêber û kesayetiyên Kurd bi bircên Diyarbekirê ve, wêne û vîdyoya daliqandinê bi awayekî berfireh li tora civakî hat parvekirin.

Ev yek di demekê de ye, berî çend rojan Şaredariya Diyarbekirê navê Şêx Seîd li bulvarekî danîbû û aliyên nîjadperest ên Tirkiyeyê jî nerazîbûn nîşan dabûn û sivikatî li Şêx Seîd kiribûn. 

Fly Erbil Advertisment