Bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareka nahyeyên nû hat ragehandin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çar nahye li sinorê parêzgeha Hewlêrê hatin ragehandin û sinorên îdarî yên nû ji bo hejmareka gund û nahyeyên din hat diyarkirin.

Îro (Pêncşem, 14ê Berçileya 2023ê) di çarçoveya giringîdana kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berfirehkirina deverên îdarî û çêkirina nahyeyên nû li sinorên parêzgeh û îdareyên serbixwe bi merema hêsankariyan ji bo welatiyan de, bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, çar nahyeyên nû li sinorê parêzgeha Hewlêrê hatin ragehandin.

Ew nahyeyên ku hatine ragehandin ev in:

Yek: Ragehandina nahyeya Korê û girêdana wê bi qezaya Pîrmamê ve.

Du: Ragehandina nahyeya Bestoreyê û girêdana wê bi qezaya Pîrmamê ve.

Sê: Ragehandina nahyeya Binarê Sefînî û girêdana wê bi qezaya Pîrmamê ve.

Çar: Ragehandina nahyeya Bêstaneyê ku navenda wê dê gundê Bêstaneyê be û veqetandina wê ji qezaya Deşta Hewlêrê.

Her di çarçoveya vê biryarê de, sinorên îdarî yên nû ji bo hejmareka nahye û gundan jî hatine diyarkirin ku pştir li sinorên qeza û nahyeyên din bûn, bi vî rengî:

Yek: Veqetandina Nahyeya Dareşekranê bi tevaya gundên wê ve ji sinorê qezaya Xebatê û girêdana wê bi Qezaya Pîrmamê ve.

Du: Veqetandina gundên Şîwepîran û Resul Biçûk ji nahyeya Şorişê a bi ser qezaya Koyeyê ve û girêdana wan bi nahyeya Bêstaneyê ve.

Sê: Veqetandina gundên Kanîbizre, Rulke, Heytekuje, Şaqazî, Hesen Mutrîb, Sofî Brayîm, Pungîne, Mîrekanî Xidir, Çalegirdere, Aziyane, Qeşqe, Xorxor, Duşîwan û Pelkane ji qezaya Quştepeyê û girêdana wan bi nahyeya qezaya Deşta Hewlêrê ve.

Çar: Veqetandina gundên Bêstaneya Mezin, Sermezra, Bêstaneya Biçûk û Omere Sor ji qezaya Deşta Hewlêrê û girêdana wan bi nahyeya Bêstaneyê ya qezaya Deşta Hewlêrê ve.

Biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji roja derkeftina wê diçe di warê bicihanînê de ku li îro, 14ê Berçileya 2023ê, derkeftiye.