Karmendên Wezareta Pêşmerge mûçeyên xwe bi rêya Hejmara Min werdigirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Vê mehê karmendên Wezareta Pêşmerge mûçeyên xwe bi rêya Hejmara Min werdigirin”.
Li gor vîdyoyekê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê parve kiriye, diyar dibe ku fermanberên Wezareta Pêşmerge mûçeyên xwe bi rêya pirojeya Hejmara Min û amûrê pereraşanê yê ATMê wergirt.
Her di wê vîdyoykê de efserekê jimêryariyê li Wezareta Pêşmerge ragehand, “Em wekî efser û karmendên jimêryariya serbazî, ev meha yekê ye ku me kartên xwe wergirtine, mûçeyên me keftine ser wê piroseyê ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi navê Hejmara Min dest pê kiriye”.
Efserekê dî yê Wezareta Pêşmerge di wê vîdyoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dibêje, “Em bi şev û roj dikarin bi rêya ATMê pereyan ji xwe re bikêşin”.
Yekv ji efserên Wezareta Pêşmerge jî dibêje, “Ev pirose gelek baş û serkeftî ye”.
Li gor zanyarekê ku Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 5ê Berçileya 2023ê parve kiriye, heta niha nêzî 175 hezar fermanberên Herêma Kurdistanê di pirojeya Hejmara Min de hatine tomarkirin.