Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Kuweytê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdarî merasîma sersaxiyê ya Mîrê Kuweytê, bi Kuweytê ve birê ket.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18.12.2023an ji bo beşdarî merasîma sersaxiyê ya Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed Cabir El-Sebah bibe, bi serokatiya şandeke hikûmî ber bi Kuweytê ve birê ket.

Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Sebah roja 16.12.2023an di 86 saliya xwe de koça dawiyê kiribû.

 

Fly Erbil Advertisment