Karebaya Niştîmanî ji bo 24 gundên bêkareba tê gehandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Karebayê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê karebaya niştîmanî digehîne çend gundên Germiyanê ku heta niha ji karebaya niştîmanî bêbar in.
Doh (Pêncşem, 21ê Berçileya 2023ê) Wezareta Karebayê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê parve kiriye ku, li ser budceya weberhênanê ya Wezareta Karebayê û bi sê milyar û 500 milyon dînaran, di pirojeyekê de karebaya niştîmanî ji bo 24 gundan tê gehandin ku heta niha karebaya niştîmanî nîne.
Li dû wê ragehandina Wezareta Karebayê, vê pirojeyê ji gundên Hewarequle, Pelewişk û Serkelî Ezîz yên nahyeya Rizgariyê dest pê kiriye.
Li dû zanyarên Wezareta Karebayê, 9 gundên qezaya Kelarê, 12 gundên qezaya Kifriyê û 3 gundên qezaya Xaneqînê dê mifayî ji vê pirojeyê werbigirin.