Bi biryara Mesrûr Barzanî amûeke CT-Scan bo nexweşxaneya Çomanê tê kirîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Tendirustiyê ya Soranê raghand, bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amûreya “CT-Scan” ji bo nexweşxaneya giştî ya Çomanê bê dabînkirin.
Rêveberiya Giştî ya Tendirustiyê ya Soranê îro di daxuyaniyekê de raghand, ji bo zêdekirina xizmetguzariyên tenduristiyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyên curbicur ji bo hemû bajar û bajarokan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser daxwaza Rêveberiya Giştî ya Tendirustiyê ya Soranê, biryar da 1 milyar û 200 milyon dînar amûreya CT-Scan ji Nexweşxaneya Giştî ya Çomanê re were dabînkirin.
Rêveberiya Tendirustiya Soranê da zanîn, bi kirîna vê amûreyê re, dê welatiyên herêmê ji bo girtina wêneyên “Magnetic Resonance” êdî serdana bajarokê Soranê nekin.