Diyarbekir… Ev 100 sal in malbatek helawê çê dike
Diyarbekir (K24) – Di nav çend xwarinên taybet de ku ji hostayên Ermen ji bo xelkê Diyabekirê wekî mîrat mane, yek ji wan helawe ye. Hostayekê Ermen ku nexwastiye çanda helawê li deverê bê jibîrkirin, berî 100 salan welatiyê bi navê Hecî Hesen hînî çêkirina cûnên helawê kiriye.
Neviyê Hecî Hesenê Helawefiroş jî vê rêwîtiya dûr û dirêj bi vî rengî vedigêre, “Ez neviyê Hecî Hesen ê nifşê sêyê me, ew 40 sal bûn ku ez bi malbata xwe re li Izmîrê dijiyam. Xalê min ê nifşê duyê ku ev bar dabû ser milên xwe bangî min kir û got, heker tu nehêyî Diyarbekirê, ev dikan dê bê girtin. Ev nêzî du salan e ku ez hatime û em niha bi hev re karê xw dimeşînin”.
Helaweya ku her roj bi awayekê nû tê çêkirin, ji bilî xelkê deverê, ji aliyê welatiyên ku li parêzgehên Tirkiyeyê yên wekî Enqere, Stenbol û Izmîrê dijîn jî tê xwestin.
Herwesa ev helaweya ku li Diyarbekirê navdar e ji bo Swêd, Norwêc û Almanyayê jî tê şandin. Welatiyên ku kirîna helawê wekî kevneşopî berdewam dikin, dixwazin ku karên bi vî rengî herdem bên parastin.
Welatiyek bi navê Mihemed Ekincî dibêje, “Hikmetek di hostatî û çêkirina wê de heye, lewma ev 100 sal in ew maye. Em jî wê nizanin lê em elimîne, em her di Remezanê de tên û dikevin di sirayê de û em helaweya xwe distînin”.
Welatiyekê din dibêje, “Îro astengiya me ya herî mezin ew e ku çi kesek kurê xwe nabe ba sinetkarekî ku hînî sinetî bike. Em ji wê yekê pir nerazî ne. Niha ku yekê din neyê û li ba wan neelime, bîst sî sal şûn da, em dê ji vê helawê mehrûm bimînin”.
Helawe ji serdema navîn ve hem di rojên şînê de hem jî di rojên şahiyê de tê çêkirin û belavkirin. Ji bo vî karî ku ev sê nifş in berdewam dike, niha jî amadekarî tên kirin ku nifşê çarê bê hînkirin.