Li Miksê berfê karûbarên gundiyan zehmet kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Bajarokê Miksê yê ser bi bajarê Wanê ve yek ji wan cihên Bakurê Kurdistanê ye ku her sal berfeke zêde li wir dibare û riya hin gund û navçeyan heta çar mehan girtî dimîne. Îsal jî li Miksê berfeke zêde bariye û karûbarên gundiyan zehmet bûye. Li gor niştecihên Miksê berf herçend bereket be jî, bo wan aliyên wê yên nexweş jî hene.