Li Şirnexê ji ber berfê, beraz dadikevin gundan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şirnexê Beraz ji bilindahiyan daketine û nezî gundan bûne, vê yekê metirsî di nava welatiyan de peyda kiriye.
Li çîyayê Gabarê yê nêzî Şirnexê ji ber ku li bilindahîyan befr û serma zêde bûye, Beraz ji deverên çîyayî hatine cihên bejî û nêzî gundên di quntara çîyayê Gabarê de bûne.
Beraz ji ber birçîbûnê, nêzî gundan bûne û ji alîyê welatîyan we hatin dîtin û bûne sedema metirsîyê.
Welatî dibejin wan di rojên dawî de çend refên berazan dîtine û ji bo kuştina wan bi fermî qedexe ye, ew nikarin wan bikujin ku dibe sedema metirsîyê li ser wan.
Li piraniya bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê serma zêde bûye û berf bariye û rêya bi sedan gundan jî girtî ne.