Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Pêşxistina kerta pîşesaziyê armanceke me ya sereke bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Cotmeha 2026an, di çarçoveya serdana xwe ya bo Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê de, projeya mezin a "Golden Global Development" vekir û kevirê bingehîn ê projeya "Motorplex Iraq" danî û gotarek pêşkêş kir. 

Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Amadebûyên hêja, mêvanên birêz, hûn hemû bi xêr hatin ser seran û ser çavan.

Bi xêrhatineke taybet li Konsulê Japonyayê, Rêveberê Konsulxaneya Çînê û Nûnerê Kompaniya Jetourê dikim ku li vir in; gelekî bi xêr hatin ser seran û ser çavan.

Îro gelekî kêfxweş im bi serdana xwe ya bo Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û bi taybetî bo nahiyeya Batêlê. Ku em li vir in û beşdar in; gelekî dilxweş im ji bo vekirin û destpêkirina sê projeyên girîng ên kerta pîşesaziyê, bi taybetî di pîşesaziya otombêlan de.

Destxweşî û spasiyê li "Koma Muhened" û bi taybetî Kak Ehmed Mûşîr û herwiha Kak Ehmed Rêkanî dikim ji bo beşdariya wan û anîna van projeyan bi hevkariya kompaniyên Çîn û Japonyayê; ku bêguman dê bibe alîkarî û piştgiriyeke gelekî mezin ji bo pêşxistina kerta pîşesaziyê li ser asta Herêma Kurdistanê. Ji bilî ku ev kert dê gelekî bi pêş ve biçe, dê bibe sedema afirandina gelek derfetên kar bo xelkê vê deverê û Kurdistanê bi awayekî giştî.

Pêşxistina kerta pîşesaziyê ligel pirrengkirina dahatan û aboriya Herêma Kurdistanê, bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye, ku me xwestiye em giringiyeke zêdetir bidin kerta pîşesaziyê. Destxweşiyê li Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê jî dikim ji bo hemû hêsankariyên wî di vî warî de, daku kerta pîşesaziyê li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bi êş bikeve. Destxweşiyê li we hemûyan dikim.

Wekî me dît, gelek tiştên baş hatine amadekirin. Bi taybetî li vir kompaniya Nissanê dibe dabeşkera sereke ya hemû wan otombêlan ên ku hawirdeyî Iraqê tên kirin û ji vir ve bo hemû beşên din ên Iraqê tên şandin. Ev yek dê bibe sedema afirandina bêtir derfetên kar bo xelkê Herêma Kurdistanê û bi taybetî bo vê deverê. Her wiha xelkê me di kerta taybet de dê fêrî pîşeyên zêdetir bibe.

Beriya çend rojan projeyeke heman reng a kompaniya Toyotayê li Dihokê hat vekirin û piştî çend rojan jî projeyeke wekhev li Hewlêrê hate vekirin. Înşallah ev dê bibe destpêkeke gelekî baş bo pêşxistina kerta pîşesaziyê li ser asta Herêma Kurdistanê û li hemû parêzgeh, îdare û deverên Herêma Kurdistanê.

Kurdistan bi xwe di pêgeheke gelekî stratejîk de ye ku çendîn bazarên Rojhilata Navîn bi hev ve girê dide. Ev yek dibe rêxweşker ku em bêtir bi pêş bikevin û roleke bibandor di geşepêdana aboriya deverê de bibînin. Herwiha Kurdistan bibe navendek ku gelek kompaniyên din jî berê xwe bidin Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina aboriyê li herêmê û ji bo sûdwergirtina zêdetir ji wan kompaniyên ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê dikin.

Daxwazê ji veberhênerên me yên Kurdistanî jî dikim ku ew jî bêtir li ser wê yekê bifikirin ka dê çawa veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin û ger pêwîst be ligel kompaniyên biyanî karê hevbeş bikin. Ev yek hem ji bo pêşveçûna aboriya Herêmê ye, hem jî ji bo wê ye ku rêbazên zanistî di kerta pîşesaziyê de bipêş bixin.

Em şiyan û jêhatiya ciwanên xwe gelekî baş dizanin û ew ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê di hemû waran de hêzeke mezin in; anîna van zanist û pisporiyan ji derve jî, dê bibe alîkar ji bo baştirkirin û bilindkirina asta têgihîştin û karhênanê li Herêma Kurdistanê.

Wekî em dizanin, di heyama borî de bi hezaran derfetên kar bo xelkê me hatine peydakirin. Ev armanca Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku bi rêya pirrengkirina aboriyê, em gelek derfetên nû yên kar biafirînin. Berê me girîngiyeke mezin dabû kerta çandiniyê, niha jî ji bo kerta pîşesaziyê heman bernameya me heye. Herwiha kerta geştûguzariyê jî yek ji wan kertan e ku em girîngiyeke mezin didinê. Ev hemû dibin sedema rêxistin û zêdekirina derfetên kar bo xelkê me û pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê.

Bi kêfxweşî ve min bihîst ku nahiyeya Batêlê, li ser asta hemû Iraq û Kurdistanê tekane nahiye ye ku rêjeya bêkariyê tê de bûye sifir. Ev cihê destxweşiyê ye; pîrozbahiyê li xelkê nahiyeya Batêlê, Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û hemû Kurdistanê dikim. Meger kesek bixwe nexwaze bixebite, an na wekî min bihîstiye ew qas derfetên kar hene ku xelk ji herêmên din jî berê xwe didin vê nahiyeyê û vê deverê û li pey kar digerin. Ev cihê destxweşiyê ye.

Hêviya me ew e ku hemû bajarên Kurdistanê û hemû deverên Kurdistanê careke din gavên baş biavêjin bo pêşxistina aborî û kerta taybet li deverên xwe, ku ev yek dê bibe alîkar ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî. Pêwîst e hikûmet jî hemû şiyanên xwe bixe dewrê ji bo piştgirî û hêsankarîkirina bo kerta taybet, da ku em bêtir bi pêş bikevin û aboriya Herêma Kurdistanê pêş bixin.

Ez gelekî dilxweş im bi van projeyên ku min dîtin. Niha kevirê bingehîn ê hinek ji wan tê danîn û bêguman ev yek jî dê derfetên zêdetir ên kar biafirîne.

Kompaniya "Jetour" ku ew jî kompaniyeke Çînî ye, ji bo montajkirin û çêkirina otombêlan li vir li Herêma Kurdistanê dê li ser asta Kurdistanê bibe mînaka yekem. Ev jî kerta pîşesaziya otombêlan li Kurdistanê pêş dixe û derfetên zêdetir ên kar li vê deverê peyda dike. Herwiha zanyarî û şarezayiyê di vî warî de pêşkêşî xelkê me û bi taybetî ciwanên me dike. Ji aliyê teknolojî û kerta pîşesaziyê ve bêguman dê roleke gelekî bibandor bibînin.

Herwiha "Motorplex" ku ew jî kompleksek e bo pêşxistina kerta pîşesaziya otombêlan. Ev jî dê bibe sedema fêrkirin û alîkarîkirina ciwanên me ku ka çawa fêrî şêwazê ajotina otombêlan bibin, yan jî fêrî bingeh, rênima û taybetmendiyên kerta pîşesaziya otombêlan bibin. Ev hemû gavên paşerojê ne ku dikevine xizmeta xelkê Kurdistanê.

Ez destxweşiyê li hemû kompaniyan dikim; Koma Muhened û kompaniya Çînî. Careke din gelekî spasiya wan dikim û destxweşiyê li wan dikim ji bo vê bernameya ku îro pêşkêş kirin. Hêvîdar im serkeftî bin. Înşallah her di nava serkeftinê de bin û her roj ber bi pêş ve biçin. Kurdistana me jî her avedan be.