Li bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê tê dayîn
Diyarbekir (K24) – Li gorî Reveberiya keşûhewayê, tê payîn ku li derdora Wan û Agiriyê, li başûrê Mûşê û rojhilatê Sêrtê berfeke zêde bibare. Her wiha li Bedlîs, derdora Colemêrg, başûrê Wanê û rojhilat jî bendewariya barîna berfeke zêde heye. Her wiha barîna berfê li Şirnexê jî tê payîn.
Tê payîn ku roja yekşemê piştî saetên êvarê berfa zêde bandora xwe wenda bike. Ji ber berfê ku tê pêşbînîkirin li herêmê 3 roj in navber berdewam bike, tê xwestin ku welatî li hember neyîniyên wekî qeşa, cemed, astengiyên çûnehatê û metirsiyên ji ber berfê peyda dibin, li deverên çiyayî û şitlên asê hişyar bin.