Bi vîdyo.. Li Diyarbekirê di bûyereke trafîkê de 6 xwendekar birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê rûdana trafîkê ya ku tê de 6 xwendekar birîndar bûne, ji alîye kameraya ewlehiyê ve hat tomarkirin.
Li gor agahîyan, mînîbasa bi plaqeya ve 21 EN 834 a li ser rêya Diyarbekir û Xarpetê ji sedema şilbûna rê, ketiye marketekê, di rûdanê de 5 ji wan bi giranî, 6 xwendekar li marketê birîndar bûn.
Xwendekarên birîndar ji aliye tîmên saxlemiyê ve ji bo dermankirinê, bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.
Li ser bûyerê lepirsîn hat destpêkirin.