Konsulê Amerîkayê: Em piştevaniya piroseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û şanda pê re ya serbazî û doplomatî kir.

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl îro (Pêncşem, 11ê Çileya 2024ê) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Stro û şanda pê re ya serbazî û doplomatî kir.

Di wê hevdîtinê de, danûstandin li ser rewşa siyasî û serbazî ya deverê, mana serbaz û şêwirmendên bilind ên Amerîkayê li Îraqê, berdewamiya peywendiyên sitratejî yên navbera Amerîkayê û Herêma Kurdistanê û parastina ewlehî û seqamgiriya deverê hatin kirin.

Wezîrê Pêşmerge behsa rola giring a diplomatkar û şêwirmendên serbazî û siyasî yên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Îraqê kir. Herwesa got, “Gel û hikûmetên Amerîkayê dostên rastîn ên gel û hikûmetên Herêma Kurdistanê ne, di tevaya qonaxên cuda de piştevanên me bûn”.

Tekez jî kir, “Em li Wezareta Pêşmerge arîkar û piştevanên piroseya çaksaziyê ne, bi merema serxistina wê piroseyê û nehêlana asteng û berbestên di rêya wê de, herwesa çêkirina artêşeka hevgirtî ya mukom û serdemane”.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê dilxweşiya xwe li ser serdana xwe ji bo Wezareta Pêşmerge diyar kir û ragehand, “Pêşmerge hêzeka niştîmanî ya canfîda ye û di dema borî roleka giring û bibandor di berhingarbûna teror û nehêlana tundiyê de li deverê hebûye, niha jî heye û dê li paşerojê jî hebe.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê di derheqa piroseya çaksaziyê de amaje da, “rêkxistin û yekkirina hêzên Pêşmergeyan di çarçoveya pirojeya qanûnî ya çaksaziyê de erkekê giran e û pêdivîtî bi arîkarî û piştgiriya hemiyan heye. Pêxemetî vê yekê jî, em piştevanên berdewam ên piroseya çaksaziyê ne û dê bi we re arîkar û hevaheng bin, bi merema serxistina wê piroseyê di Wezareta Pêşmerge de”.

Fly Erbil Advertisment