Qada Pîşesaziya Diyarbekirê di salekê de bi 231 milyon dolaran hinarde kir

Diyarbekir (K24) – Komeleya Pîşesazî û Karsazên Diyarbekirê, li ser kar û xebatên pîşesaziya Diyarbekirê nirxandina kar û xebatên salekê kir. Karsazan ragihand ku ji ber serjimêra ciwanên Diyarbekirê gihîştiye milyonekê, armanca wan a yekemîn ew e ku ew karsazan bikişînin herêmê û razemeniyan zêde bikin.

Di encama veberhênanên ku ji bo zêdekirina hinarde û derfetên kar hatin kirin de di sala 2023 yan de li Herêma Pîşesaziyê ya Diyarbekirê bi 231,5 milyon dolaran hinarde hat kirin. Rêveberên Komeleya Pîşesazî û Karsazên Diyarbekirê, ji bo pêşveçûna hinardeyê û kêmkirina bandorên neyînî yên erdhej û Covîd 19ê, hem xebatên xwe dimeşînin hem jî ji rayedaran daxwaza piştgiriyê dikin.

Serokê DÎSÎDERê Şehmûs Akbaş ji K24ê re got: “Dema tu mirovan vexwînî vê derê, divê tu ji bo wan amadekariyan bikî. Erka me jî ew e ku em ji bo wan amadekariyan bikin. Loma me got Vadiya Kovî. Ango kî were, em ê pêdiviyên wan dabîn bikin. Di heman demê de em di nav wê amadekariyê de ne ku dibistana pîşeyî jî vekin da ku em ji bo karsazan xebatkarên zana amade bikin.”

Ji Diyarbekirê ji bo 85 welatan hinarde tê kirin, li 330 kargehan xebatên pîşesaziyê tên rêvebirin û tê payîn ku di demên pêş de ev hejmar li 450 kargehan bê zêdekirin. Li gorî ragihandina karsazan, di amadekariyên ku tên kirin de dê 3 hezar ciwanên Diyarbekirê, bibin xwedî kar û ji bo ku derfetên kar bên zêdekirin, xebatên wan berdewam dikin.

Karsaz Mesût Altin diyar dike: “Em wekî karsazên Diyarbekirê dixwazin ku di rêjeya Qada Karsaziyê ya Tirkiyeyê de wekî salên destpêka Komara Tirkiyeyê, bikevin rêza yekemîn. Her çiqas em niha hinek bi paş ketibin jî em dibêjin ku ev, ne çarenûsa herêmê ye û ji bo ku sererast bibe em zêdetir hewil didin.”

Karsazên Diyarbekirê ji rayedarên dewletê dixwazin ku di qada pîşesazî û hinardeyê de piştgiriya Diyarbekirê bê kirin. Li aliyê din, ji bo li Diyarbekirê bêkarî kêm bibe, qada pîşesaziyê tê dorfirehkirin.