Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza Fînlandayê li Iraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Çileya 2024an, pêşwazî li Balyoza Fînlandayê li Iraqê Anu Saarela kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de li ser pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û pêşxistina pêwendiyên dualî, gotûbêj hatin kirin.

Beşeke din a civînê taybet bû bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, di vê derbarê de tekezî li giringiya dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û destpêkirina hinardekirina petrolê di zûtirîn dem de, hate kirin.

Parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê, ewlehiya hêzên hevpeymanan û nûnerên dîplomatîk ên li Iraqê û giringiya berdewamkirina erkên wan, beşeke din a gotûbêjan bûn.

 

Fly Erbil Advertisment