Serok Barzanî pêşwazî li Balyoza Fînlandayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Çileya 2024an, pêşwazî li Balyoza Fînlandayê li Iraqê Anu Saarela kir.

Di hevdîtinê de Balyoza Fînlandayê dilxweşiya xwe ya ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Her di vê hevdîtinê de, gotûbêj li ser pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê bi giştî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hatin kirin û tekezî li berdewamiya gotûbêjan ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hate kirin.

Serok Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wê de xwast. Spasiya gel û hikûmeta Fînlandayê kir bo hevkarîkirina Herêma Kurdistan. Herwiha pesnê rola hêzên Fînlanda û hevpeymanan di şerê li dijî terorîstan û pêşkêşkirina alîkariyan bo Herêma Kurdistanê kir. Got jî: Herêma Kurdistanê hertim hewl daye ku roleke berçav di aramiya Îraqê de bilîze.

Balyoza Fînlandayê rol û ezmûna Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê li ser astê navçeyê bilind nirxand.

Fly Erbil Advertisment