Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îraqê çarekirina arêşeyên Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrî tekez dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 14ê Çileya 2024ê) li Bexdayê hevdîtin û civîn bi hejamreka serkirdeyên Îraqê re kirin û tê de tekez li ser mukomkirina peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çarekirina arêşeyên navbera wan li ser bingeha destûrî kir.
Li gor ragehandineka Serokatiya Herêma Kurdistanê, li destpêkê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd re danûstansin li ser rewşa siyasî û ewlehî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên çarekirina arêşeyên wan, dawî pêşhatên deverê û bandor û encamên wan kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îraqê pêdivîtiya çarekirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrî û şandina mafên darayî û budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê û berdewamiya danûstandinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî ji bo vê meremê tekez kirin, herwesa hevnerîn bûn ku nabe jîn û jiyara xelkê Herêma Kurdistanê têkelî arêşeyên siyasî bê kirin.
Di derheqa aloziyên deverê û sedem û encamên wan jî, her du aliyan tekez kir ku divê Îraq tevlî wan aloziyan nebe.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her îro bi Serokê Hevpeymaniya Nesrê Heyder Ebadî re dîtin û nerînên xwe li ser rewşa Îraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê li hev guhertin û bal kişand ser dawî pêşhatên deverê.
Herwesa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Cîgirê Yekê yê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Muhsin Mendelawî, Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê Emar Hekîm û Serokê Rêkxistina Bedrê Hadî Amirî re hevdîtin û civîn kirin, li ser rewşa deverê bi giştî û ya Îraqê bi taybetî danûstandin kirin û tekez li ser çarekirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrî kir.
Herwesa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê serdana siyasetvan û Serokwezîrê pêştir ê Îraqa Federalî Adil Ebdulmehdî jî kir û rewşa deverê bi giştî û ya Îraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî xistin ber behs û xeberan.